Rêberê Îranê sedema serkeftina Esed eşkere dike.
Piştî demeke dirêj Serokê rejîma Sûriyeyê Beşar Esed duhê serdana Îranê kir û li Tehrana paytext li gel rayedarên Îranê civiyaye.
Serokê Sûriyeyê Beşar Esed di çarçoveya heman serdanê de li gel Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî jî civiyaye û dicivînê de Xamneyî ji Esed re gotiye ku qaşo sedema serkeftina Esed di şerê çend salên derbasbûyî li Sûriyeyê de, bi biryar bûna Esede.
Xamneyî herwiha eşkere kiriye ku Îran berdewam dibe li ser piştîvanî kirin û hevkarî kirina Sûriyeyê.
Weke tê zanîn di şerê Sûriyeyê de Îran bi her awayî piştîvaniya rejîma Esed kiriye û niha çend komên çekdar yên Îranî li Sûriyeyê şer bo rejîma beşar Esed dikin ku yên herî navdar Hizbulah, Fatimiyûn, Zeynebiyûn û spaha Qudisin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin