Tevahiya êrîşên han li parêzgehên Îraqê pêk hatine.
Li gor çapemeniya Îraqê, aliyên têkildar yên ewlekarî raportek derbarê liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li Îraqê de belav kirine.
Li gor raporta han tenê di meha Nîsanê de terorîstên DIŞIê li çend parêzgehên Îraqê bi giştî 51 caran êrîşên curbicur pêk anîne.
Terorîstên DIŞIê bi tenê li parêzgeha Diyalayê 17 car êrîş kirine û di encam de 9 kes hatine kuştin û 23 kes jî birîndar bûne, herwiha li Kerkûkê jî 8 êrîş pêk anîne ku di encama wan de 4 kes hatine kuştin, 6 kes jî birîndar bûne û 6 kes jî hatine revandin. Her dîsa li li parêzgeha Selahedînê jî 9 êrîş pêk anîne ku di encama wan êrîşan de 2 kes hatine kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûne. Li parêzgeha 10 car êrîş kirine, 10 kes kuştine û 15 kesên din jî birîndar kirine. Li Nînovayê jî 5 êrîş pêk anîne ku di encam de 2 kes hatine kuştin û 9 kes birîndar bûne û 2 kes jî hatine revandin. Li Babîlê jî 2 car êrîş kirine û di encam de 4 kes birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin