Îro civata Serokatiya PDKê bi Serokatiya Serok Barzanî civiya.
Piştî bi dawî hatina civîna îro ya civata Serokatiya PDKê ya bi Serokatiya Serok Barzanî, Peyvdarê PDK Mehmûd Mihemed di daxuyaniyeke çapemenî de behsa mijar û naveroka civînê kir.
Peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed eşkere kir ku, di civînê de bi awayeke berfire behsa rewşa navxweyî ya Kurdistan, Îraq û deverê hate kirin û nîqaş li ser mijara çawetiya derbas kirina qirîza siyasî ya li Îraqê jî hate kirin.
Mehmûd Mihemed anî ziman ku di civînê de biryar hatiye dayîn daku komîteyên taybet bi amadekariyên kongreyê dîsa dest bi kar û xebatên xwe bikin daku di meha 10 anjî 11an de kongre were lidarxistin.
Nav hatî behsa hilbijartinên parlementoya Kurdistanê jî kir û anî ziman ku PDK li ser lidar xistina hilbijartinên parlementoyê di dema qanûniya xwe de bi îsrare û lazime li ser vê mijarê giftûgo li gel aliyên din were kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin