Zivistan vegeriya Bakûrê Kurdistanê

gelek rê û cadeyên li bakûrê Kurdistanê hatin daxistin.
کوردستان TV
100%

Li Wanê û derdorê jiber barîna berfeke zêde gelek rê hatine girtin.

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê berf barî, rê hat girtin û gelek otomobîl di rê de man.

Li gor nûçeyeke basnewsê ev çend roj in li piraniya bajar û deverên Bakur, Başûr û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê baran û şilî dibare lê duhî li hinek deverên sînorî yên Kurdistanê teyrok û berf jî barî.

Yek ji wan deverên ku berfek baş lê barî, devera Elbakê ya Wanê bû.

Li Elbakê bi taybet li gêdûka Guzeldere, ku bajarên Wan û Colemêrg û Geverê pêkve girêdide û hinek caran havînê jî metirsîdar dibe, berf barî û rê qerrisî ji ber wê jî gelek otomobîl di rê de asê man.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.