Siûdiye û Tirkiye têkiliyên xwe normal dikin

piştî du salan firînên ji Siûdiyeyê bo Tirkiyeyê destpê kirin.
کوردستان TV
100%

Piştî du salan firînên ji Siûdiyeyê bo Tirkiyeyê destpê kirin.

Di çarçoveya hewlên Tirkiyeyê yên bo normal kirina têkiliyên xwe yên li gel welatên din de, vê Siûdiye û Tirkiye jî têkiliyên xwe normal bikin.

Kêşeya kuştina rojnamevanekî Siûdî li Tirkiyeyê têkiliyên navbera Siûdiye û Tirkiyeyê piçrandibû û piştî çend salan Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan jiber qirîza darayî û sistbûna desthilatê xwe, neçar bû, serdana Siûdiyeyê bike daku hinek bargiraniya ser abûriya Tirkiyeyê sivêk bike.

Her di vê serdana han de Erdogan soz da Siûdiyeyê daku kesya rojnamevanê kuştî Cemal Qaşiqçî daxe û radestî Siûdiyeyê bike.

Li hember vê yekê jî piştî çend salan rawestandina hawirde kirina berhemên Tirkî, Siûdiye biryar da daku hawirde kirinê dîsa bide destpêkirin.

Herwiha piştî du salan jî geştên esmanî yên ji Siûdiyeyê bo Tirkiyeyê îro destpê kirin.

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.