Li eyaleta Xûzistanê xelk daketiye qadan û xwepîşandanê dike.
Ev demeke dirêje ku xelkê Îranê rastî qirîzeke mezin ya darayî, giranî û bêkariyê hatiye lewre xelkê Îranê gelek ji rejîma vê welatî acize.
Pêla acizbûnê gehêşte asta xwe ya herî bilind û lewre xelk daket qadan.
Ev du roja li eyaleta Xûzistanê ya li Başûrê Îranê xelk li qadaye û li dijî giranî, bêkarî û hejariyê xwepîşandanê dike.
Welatiyên xwepîşander tevahiya diroşmeyên xwe guhertina diroşmeyên dijî rejîm û desthilatdarên Îranê.
Hin pisporên karûbarên Îranê jî qala vê yekê dikin vê jiber qirîza darayî, bêkarî û giranî, xelkê seraserê Îranê dest bi xwepîşandanên mezin bike.
Niha li gor amarên fermî yên Îranê rêjeya giraniyê li vê welatî sedî 45 derbas kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin