Îro salvegera komkujiya Dêrsîmê ye

beriya 85 salan hikûmeta Tirkiyeyê fermana komkujiyê daye.
کوردستان TV
100%

85 sal beriya niha li Dêrsîma Bakûrê Kurdistanê komkujî pêk hatiye.

Di ser Komkujiya Dêrsimê re ku biryara wê 4ê Gulana 1937an li Parlamentoya Tirkiyê hatibû standin 85 sal derbas bûn.

Dewleta Tirkiyê berî 85 salan li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê plana komkujieyeke mezin li dijî Kurdan danî. Ev yek di demekê de bû ku Kurdên Elewî li Dêrsimê bi pêşengiya Seyîd Riza dest bi şoreş û serhildanê kiribûn.

Di 4ê Gulana 1937an de, Civata Wezîran a Tirkiyê li parlamentoya wî welatî civiya û biryara operasyona artêşê li Dêrsimê derxist ku wek yekemîn belgeya fermî ya derbarê Komkujiya Dêrsimê de tê naskirin.

Ji ber wê yekê jî roja 4ê Gulanê wek roja bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dêrsimê hatiye diyarkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.