Nêçîrvan Barzanî daxwaza ceza kirina êrîşkaran dike

Serokê herêmê dibêje dubare bûna wan êrîşan metirsiyeke gelek mezine.
کوردستان TV
100%

Êrîşa duhê bişev mehkûm dike.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşa duhê bişev ya bo ser qezaya Xebat daxuyaniyek weşandiye û bi tundî êrîşa han mehkûm kiriye.

Serokê herêma Kurdistanê di peyama xwe de daxwaz ji hikûmeta federalî kiriye daku bilez êrîşkaran bibîne û wan ceza bike.

Nêçîrvan Barzanî nivîsandiye; Mehkûm kirina êrîşên han ne bese, dubare bûna wan êrîşan metirsiyeke gelek cidiye, aramî û ewlekariyê dixin bin tehlîkeyê lewre hikûmeta federalî berpirsiyare ku lezê bike pêngavên piratîkî bavêje û tevahiya dujminkariyên han rawestîne û bi hemahengiya li gel aliyên têkildar yên hikûmeta Kurdistanê pêşiya dubare bûna wan êrîşan bigire.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.