Rûsye: me zêdetir ji 700 armancên leşkerî ji nav birine

dibêje di nava 24 seatan de 12 balefirên bêpîlot yên Ukraynayê hatine xistin.
کوردستان TV
100%

Dibêje karwana çekan jî bordiman kir û jinav bikr.

Wezareta berevanî ya Rûsyeyê îro daxuyaniyek weşand û derbarê şer û pevçûnên navbera Ukrayna û Rûsyeyê de zaniyarî belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Rûsyeyê, artêşa vê welatî kariye di rojekê de 786 armancên leşkerî yên artêşa Ukraynayê bordiman bike û ji nav bibe.

Wezareta berevaniya Rûsyeyê herwiha diyar kiriye ku bi mûşekên biçûk û hûşmend karîne li bajarê Odessa ya li Başûrê Ukraynayê çend karwanên çekên Rojavayiyan yên ku bo Ukraynayê hatibûn şandin ji nav bibin.

Wezareta berevanî ya Rûsyeyê herwiha ev yek diyar kiriye ku artêşa Rûsyeyê kariye di nava 24 seatan de 12 balefirên bêpîlot yên artêşa Ukraynayê bixe erdê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.