Li Îstenbûlê bi dehan kes hatin girtin

tenê li Îstenbûlê zêdetir ji 80 kesan hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Jiber çalakiyên 1ê Gulanê hatine girtin.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê îro li gelek bajarên vê welatî, jiber 1ê Gulanê roja cîhaniya Karkeran çalakî hatine lidarxistin.

Her çend xwepîşander dixwestin li meydana Teqsîmê ya Îstenbûlê metîngeke biheybet ya girseyî lidar bixin, lê Walîtiya Îstenbûlê rê neda jiber vê yekê di navbera hêzên polîs û xwepîşanderan de alozî derketin û tenê li Îstenbûlê zêdetir ji 80 kes hatine girtin.

Li Enqere, Îzmîr û Diyarbekir û bajarên din yên mezin li Tirkiyeyê bi heman awayî xwepîşandan û çalakî curbicur hebûn û li wan bajaran jî hêzên ewlekarî û polîs astengî bo xwepîşanderan çê kirin û gelek kes hatine girtin.

Xwepîşanderên li Tirkiyeyê îsal diroşmeyên curbicur qiriyan û diroşmeyên wan taybet bûn bi giranî, bêkarî û qirîza darayî ya Tirkiyeyê.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.