Danûstandinên navbera Rûsye û Ukraynayê radiwestin

Rûsye jî Ukraynayê bi rawestandina danûstandinan tawanbar dike.
کوردستان TV
100%

Zelenskyy dibêje danûstandinên Rûsya û Ukrayna li ber rawestanê ne.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku rîska bidawîbûna danûstandinên aştîyê yên Rûsya û Ukrayna mezin e.

Reutersê ew agahî ji zarê Serokkomarê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ragihand.

Zelenskyy diyar kir ku jiber hovîtiya leşkerên Rûs hêrsa gelê Ukraynî rabûye.

Wî ji rojnamevanên Polonyayî re da zanîn ku Ukraynî jiber hovîtiyê dixwazin wan leşkeran bikujin û got ku di vê rewşê de danûstandin dijwar dibe.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov jî ser bidawîbûna danûstandinan Ukrayna tawanbar kir.

Lavrov da zanîn ku jiber ku Ukrayna di danûstandinan de pozîsyona xwe guherandiye danûstandin rawestîne.

Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya bo kiryarên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava kiryarên Moskowê wek dagirkirin dibînin.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.