Îran hêzeke zêde şandiye ser sînorên Efxanistanê.
Piştî bûyerên rojên derbasbûyî li ser sînorên navbera Îran û Efxanistanê û êrîşên demên derbasbûyî yên Talibanê yên bo ser hêzên Îranê, Îran jî dest bi livandina hêzên xwe kiriye.
Li gor zaniyariyên berdest, Îran niha dest bi şandina hêzeke gelek zêde bo ser sînorê Efxanistanê li nêzî bajarê Zahêdanê ya li Başûrê Rojhilatê Îranê kiriye.
Weke tê zanîn dema Taliban li Efxanistanê desthilat xiste destê xwe, çend rayedarên Talibanê gefên giran li Îranê xwaribûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin