Di civînê de behsa rewşa giştî ya deverê û metirsiyên terorê hate kirin.
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke dîplomatîkî ya Amerîkî bi Serokatiya Berpirsa karûbarên Rojhilata Navîn ya ser bi wezareta berevanî ya Amerîkayê Xatû Diana Sttroll kir.
Di civînê de ku balyozê Amerîkayê yê li Îraqê û berpirsê karûbarên siyasî û ewlekarî yên Amerîkî di nava hevpeymaniya cîhanî de têde beşdar bûn, şanda mêwan tekez li ser berdewamiya piştîvanî û hevkariyên siyasî û leşkerî yên Amerîkayê yên bo Îraq û Kurdistanê kir û tekez li ser girîngîdan û domandina karên hevbeş kir û rêzdariya xwe jî li hember qurbanî dan û lehengiya pêşmergeyê anî ziman.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya hevkarî û piştîvaniyên Amerîkayê yên bo hêzên Îraqî û hêzên pêşmerge bo şerê dijî DIŞIê kir.
Her di civîna han de her du alî li ser hewldanên part, alî û pêkhateyên Îraqê yên bo derbas kirina welat ji qirîz û binbesta siyasî hemfirkir bûn û tekez li ser girîngiya hemahengî û hevbeşiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê ya bo rûbirû bûna teror û metirsiyên terorê û parastina ewlekariya deverê kirin.
Reformên nava wezareta pêşmerge, rewşa Kurdistan û Şingalê û pêşhatên li deverê mijarên din yên vê civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin