Jiber ku dijî biryara dadgehê xwepîşandan kirine hatine girtin.
Duhê bişev li gelek bajarên Tirkiyeyê xelkeke zêde bo mehkûm kirina biryara dadgehê ya derbarê dosyeya xwepîşandanên parka Gezî de xwepîşandan kir.
Hêzên polîs û ewlekarî yên Tirkiyeyê jî êrîşî ser welatiyên xwepîşander kirin û tê gotin ku zêdetir ji 50 welatiyan ji aliyê polîs ve hatine girtin.
Weke tê zanîn beriya du rojan dadgehê derbarê doseya xwepîşandanên parka Gezî de biryar dabû û organîzatorê wan xwepîşandanan Osman Kavala bi zîndana heta hetayî, ( muebet) mehkûm kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin