Derbarê rewşa Îranê de huşdarî tê dayîn

dibêje egerê pevçûnê di navbera baskên siyasî û leşkerî yên rejîmê de hene.
کوردستان TV
100%

Dibêje egera hilweşîna ji nîşkave ya hikûmeta Îranê heye.

Kanala Erebiye raportek derbarê rewşa Îranê û aloziyên navxweyî yên li vê welatî de belav kiriye û di raporta xwe de eşkere kiriye ku eger heye Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji kar were avêtin.

Erebiye di berdewamiya raportê de nivîsandiye; Nakokî û aloziyên siyasî, abûrî û civakî di navbera rayedarên Îranê de di wan rojên dawî de gelek zêde û dijwar bûne, niha hinek parlementerên Îranî hewl bo stendina baweriyê ji Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî didin jiber ku dibêjin eger em wezîran jî biguherin, dîsa kêşe nayên çareserkirin, jiber ku Reîsî karîna îdare kirina welat nîne lewre gendelî û dizî li Îranê gehêştiye asta herî bilind û herwisa di siyaseta derve de jî Îran weke pêwîst nikariye gav bavêje.

Di beşeke din ya raportê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku eger heye hikûmeta Îranê were hilweşandin û pevçûn di navbera baskên siyasî û leşkerî yên rejîma Îranê de jî biqewme.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.