Rûsye huşdariya şerê cîhanî dide

dibêje NATO dixwaze şer berdewam bike.
کوردستان TV
100%

Dibêje emê êrîşî ser karwanên hevkariya Rojavayiyan bikin.

Wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov derbarê şerê navbera Rûsye û Ukraynayê de huşdarî da û ragihand ku bila kes nebêje metirsiya şerê cîhaniya sêyem tuneye, ev metirsî heye û gelek jî cidiye.

Lavrov di gotara xwe de huşdarî da welatên Rojavayî yên ku hevkariya leşkerî û locistîkî didin Ukraynayê û anî ziman ku ev karwanên hevkarî  yên Rojavayiyan vê bibin armanca êrîşên Rûsyeyê.

Nav hatî herwiha rexne li NATO jî dike û dibêje NATO bi rêya şandina hevkariyan bo Ukraynayê hewl dide şerê berdewam be û NATO jî bi vê rengî şerê Rûsyeyê dike.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.