Gotara Biden bû sedema dilgiraniya Tirkiyeyê

Tirkiye ji gotara Biden gelek dilgirane.
کوردستان TV
100%

Biden bûyerên 1915an bi komkujî bilêv kir.

Duhê Serokê Amerîkayê Jeo Biden di gotareke xwe de yaku derbarê bûyerên 1915 de li Tirkiyeyê pêşkêş kir, ragihand ku ev bûyerên han mezintirîn û hovanetirîn komkujiye û di encama komkujiya han de bi miliyonan Ermenî ji aliyê Osmaniyan ve hatine komkujkirin.

Ev gotara kurt ya Biden bûye sedema dilgiraniya Tirkiyeyê û rayedarên Tirkiyeyê jî bersifa Biden didin.

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê dibêje ev gotara han du rûtiya Amerîkayê ye, û Peyvdarê Serokatiya Komar ya Tirkiyeyê jî dibêje di dîroka Tirkiyeyê de komkujî tuneye û Amerîka bile li dîroka xwe binêre.

Bikar anîna peyva komkujî ji aliyê Serokê Amerîkayê ve bo Tirkiyeyê gelek dijware jiber ku Tirkiye dizane bikar anîna peyva han piştî demeke din dibe sedema ceza kirina Tirkiyeyê.

Weke tê zanîn di sala 1915an de Osmaniyan êrîşî ser Kurd û Ermeniyan kirine û gelek Ermenî komkuj kirine anjî bo cîhên din veguhastine.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.