Ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îraqê ve hatine girtin.
Kanala Hure ya Îraqî ragihand ku hêzên ewlekarî yên Îraqê li Şingalê êrîşî ser navendeke hêzên YPŞê kirine û 2 endamên YPŞê binçav kirine.
Li gor çavkaniya han, di heman operasiyonê de hêzên Îraqê karîne dest deynin ser hijmareke zêde çek û cebelxaneya endamên YPŞê.
Weke tê zanîn ev çend roje di navbera hêzên YPŞê û artêşa Îraqê li Şingalê de alozî hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin