Derbarê salvegera bordiman kirina bajarê Qeladizê de peyamek weşandiye.
Îro 24ê Nîsana 2022an di 48mîn salvegera bordiman kirina bajarê Qeladizê de ji aliyê rejîma Sedam ve, Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê li twitterê peyamek weşand.
Serok Barzanî nivîsandiye; Di 48mîn salvegera bordiman kirina Qeladizê de ji aliyê rejîma dîktator ya Besê ve, silav li xelkê berxwedêr ya Qeladizê dikim ku îsbat kir hêz û îradeya gelê Kurdistanê gelek ji bombeyên napalimên dijmin û siyasetên veguhastin û wêrankirinê bihêztire.
Qeladizê mînaka şoreş û berxwedana gelê Kurdistanê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin