Giftûgo derbarê hemahengiya navbera Kurdistan û Brîtanyayê hate kirin.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Brîtanyayê de, îro çarşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel wezîrê berevanî yê Brîtanyayê Jeremy Quin civiya.
Di civînê de giftûgo derbarê pêşde birina têkilî û hemahengiya navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê de hate kirin.
Wezîrê berevanî yê Brîtanyayê stayîşa reformên nava wezareta pêşmerge kir û amadebûna welatê xwe jî ya bo domandina piştîvanî bo hêzên pêşmerge diyar kir.
Me jî rixmî spasî kirina Brîtanyayê, behsa girîngiya berdewamiya hemahengiya navbera Brîtanya, hevpeymaniya cîhanî li gel hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bo rûbirû bûna teror û terorîstan kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin