Serokwezîrê herêma Kurdistanê li Chatham House gotarek pêşkêş kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe de ya bo Brîtanyayê beşdarî di semînareke navenda lêkolînên steratejîk ya Chatham House kir û behsa çend mijaran kir.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku li ser mijara bûdce, para darayî ya Kurdistanê ji bûdceya giştîya fedralî û herwiha li ser qanûna petrol û gazê li gel Îraqê kêşe hene û hewl didin kêşeyên han bi rêya diyalogê û li ser esasê destûra federalî çareser bikin. Serokwezîr diyar kir ku Îraq li gel destûrê heta niha bûdceya Kurdistanê neşdandiye û ev yek jî bûye sedema çê bûna kêşeyên darayî li herêma Kurdistanê de.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku hewldanên heyî yên bo hilbijartina Serokkomar û Serokwezîrê Îraqê jî berdewamin lê jiber nakokiyên heyî prosesa han heta niha bidawî nehatiye.
Derbarê operasiyonên Tirkiyeyê yên li dijî PKKê de jî Mesrûr Barzanî anî ziman ku ev operasiyona han bo ser çend cîhên diyarîkirî yên PKKê ne, PKK bûye sedema naaramiyê û têkdana rewşa deverên sînorî yên herêma Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî herwiha daxwaz kir ku, Tirkiye û PKK kêşeyên xwe ji herêma Kurdistanê dûr bixin û hewl bo çareser kirina kêşeyan birêya diyalogê bidin.
Derbarê rojavayê Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî daxwaz ji PYDê kir ku, hewl bo ava kirina hevbeşiyeke rastîn di navbera aliyên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê de bide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin