Li Kampa Holê cenazeyên 3 jinan hatin dîtin

yek ji wan jinan xelkê Îraqê ye û nasnameya yên din hîn nehatiye zanîn.
کوردستان TV
100%

Hêzên ewlekariyê şeva din li Kampa Holê cenazeyên 3 jinan dîtin, ku nasnameya yekê ji wan iraqî ye û nasnameyên jinên din hîna nehatine zanîn.

Nûçegihanê me ji navçeya Holê (45 km li rojhilatê kantona Hesekê) ragihand ku hêzên ewlekariyê şeva din di beşa yekemîn a Kampa Holê de ku penaberên Iraqê lê dimînin, cenazeyê jineke iraqî dît. Li beşa çaremîn jî cenazeyên du jinan dîtin ku li nêzî mizgefta beşê hatibûn avêtin.

Li gorî çavkaniyekî ewlehiyê ku nexwest navê xwe eşkere bike, nasnameya jina li beşa yekemîn hatiye dîtin, iraqî ye û navê wê Sûriye Ewad Iwêd e sala 1982`an li Baac a Iraqê ji dayîk bûye. Bi du guleyan di sêrî de û yek di mil de hatiye kuştin. Nasnameyên jinên din ên hatine kuştin jî nehatin zanîn û lêpirsîn berdewam e. Her du jî bi du guleyên di sêrî de hatine kuştin.

Heman çavkanî pêkanîna van sûcan spart şaneyên DIŞI`ê yên ji jinan pêk tên û li kampê dimînin. Ew jin hewl didin fikrê DIŞI`î belav dikin û kesên vî fikrî qebûl nakin, dikujin.

Li gorî daneyên Hêzên Ewlekariya Hudnirîn li kampê, ji destpêka sala 2022`an ve 9 kesên ji nasnameyên sûrî, iraqî û biyanî hatine kuştin. Piraniya bûyeran bi rêya alavên tûj pêk hatine.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.