Rûsye beriya sê rojan gotibû ev bajar hatiye girtin.
Şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê berdewame û roja yekşem ya vê hefteyê Rûsye ragihandibû ku bajarê Mariupol bi temamî dagîr kiriye.
Li ser vê mijarê jî Serokê Ukraynayê huşdarî dabû Rûsyeyê û gotibû ku eger leşkereke Ukraynî li Mariupol were kuştin vê tevahiya danûstandinan rawestîne.
Her di vê warî de duhê bişev Amerîka jî ragihand ku heta niha Rûsye nikariye bajarê Mariupol bi temamî dagîr bike û hîn jî leşkerên Ukraynî di nava çend taxên vê bajarê de şerê dijî artêşa Rûsyeyê didomînin.
Amerîka ev yek diyar kiriye ku Rûsye piştî şikestên xwe yên li derdorê Bakûrê Kievê hêzên xwe yên leşkerî li Rojhilatê Ukraynayê zêde kirine.
Weke tê zanîn ev 58 roje şer di navbera Rûsye û Ukraynayê de didome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin