Zêdetir ji mehekê bû ev bajar di bin dorpêçan de bû.
Wezareta berevanî ya Rûsyeyê îro yekşem ragihand ku kariye bajarê Mariupol ya Ukraynayê piştî meheke dorpêçkirinê dagîr bike.
Wezareta berevanî ya Rûsyeyê herwiha diyar kiriye ku di şerê Mariupol de zêdetir ji 4 hezar leşkerên Ukraynî hatine kuştin.
Dagîr kirina bajarê han piştî vê yekê hat ku artêşa Ukraynayê beriya sê rojan karîbû yek ji mezintirîn û pêşkeftîtirîn keştiya cengî ya Rûsyeyê ji nav bibin.
Ji aliyê xwe ve jî Serokê Ukraynayê diyar kir ku eger yek leşkerê Ukraynî li Mariupol were kuştin vê tevahiya danûstandinên xwe yên li gel Rûsyeyê rawestîne.
Bajarê Mariupol li Başûrê Rojhilatê Ukraynayê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin