Îro salvegera kîmiyabaran kirina Balîsane

bi sedan şêniyên deverê şehîd û birîndar bûn.
کوردستان TV
100%

Beriya 35 salan ji aliyê rejîma Besê ve hatine kîmiyabarankirin.

Îro şemî 16ê Nîsana 2022an 35mîn salvegera kîmiyabaran kirina Şêx Wisanan û Balîsane ji aliyê rejîma Besê ve.

Rejîma dîktator ya Sedam Husên di çarçoveya tawanên xwe yên li dijî gelê Kurdistanê de, di roja 16ê Nîsana 1987an de, tawaneke din ya dijî însanî pêk anî û her du deverên Şêx Wisanan û Balîsan bi bombeyên kîmiyayî kîmiyabaran kir û di encam de bi sedan şêniyên wan deveran şehîd ketin û bi sedan şêniyên din jî birîndar bûn.

Herwiha zirarên gelek mezin jî ber jîngeha deverê û sewal û candarên din yên li deverê de ketin.

Di vê êrîşa han de rejîma dîktator 12 balefir bikar anî bû û ev dever kîmiyabaran kiribûn.

Piştî êrîşî jî şêniyên birîndar û şêniyên din bo xwe demankirin û rizgar kirina xwe berê xwe dan dever û bajarên din yên Kurdistanê, lê piraniya wan jî ji aliyê rejîma Besê ve hatin girtin.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.