Di nava girtîgehê de bi eşkence kirinê hatiye kuştin.
Ciwanekî temen 25 sal, xelkê bajarê Kirmaşanê Rojhilatê Kurdistanê, bi navê Mîlad Ceferî ku li Tehranê dijiya li girtîgeha Tehranê de hatiye kuştin.
Malbet û kesûkarên Mîlad behsa vê yekê dikin ku nav hatî roja 7ê Nîsanê ji aliyê hêzên polîs ve li taxeke Tehranê hatiye girtin û li girtîgehê de jiber eşkence kirinê canê xwe ji dest daye.
Polîsê Tehranê jî ji malbeta Mîlad re gotiye ku Mîlad di nava girtîgehê de întîhar kiriye lê malbeta wî tekez dike ku Mîlad jiber eşkenceya dijwar canê xwe ji dest daye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin