Wek bersivekê li hember dorpêçkirina taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd ên Helebê (taxên Kurdan), hêzên HSD û asayişê baregehên rêjîma Sûriyê yên li Heseke û Qamişlo dorpêç kirin.
Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, nêzîkî 200 hezar kes lê dijîn û piraniya wan Kurd in û di destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ne.
Li gor nûçeyeke basnewsê Firqeya Çarem a rêjîma Sûriyê ji roja 13 Adara îsal ve xalên pişkinînê danîne û ew her du tax dorpêç kirine û rê nadin sotemenî û madeyên xwarinê û bi taybetî ard derbasî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibin û xelk di rewşeke gelekî zehmet de dimînin.
Wek bersivekê li ser vê dorpêça Eşrefiye û Şêx Meqsûd, ev çend roj e alozî li Qamişlo Hesekê di navbera hêzên HSDê û asayişê ji aliyekî û hêzên rêjîma Sûriyê de derketiye. Hêzên HSDê û asayişê jî baregehên hikûmeta Sûriyê li Qamişlo û Heseke dorpêç kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin