Li navçeya Suxne li rojhilatê Himsê ya naverasta Sûriyê, belefirên Rûsyayê di 36 demjimêrên dawî de 55 êrîş birine ser şaneyên DIŞIê.
Li gor Rewangeha Sûrî û çalakvanên xwecihî, li navçeya Suxne li rojhilatê Himsê ya naverasta Sûriyê, firokeyên Rûsyayê di 36 demjimêrên dawî de 55 êrîş birine ser şaneyên DIŞIê. Li gor heman çavkaniyan zerara canî û maddî gehiştiye pêgehên DIŞIê.
Li gor Rewangeha Sûrî, ji destpêka Nîsanê ve û heta niha firokeyên Rûsyayê 240 êrîş birine ser pêgehên DIŞIê li Badiyeya Sûriyê.
Herwiha Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ragihand duh (11.04.2022) li nêzîkî bajarokê Suxne yê li rojhilatê bajarê Himsê yê Sûriyê, çekdarên DIŞIê êrîşek li dijî pêgeheke çekdarên ser bi Îranê ve pêk anîn.
Li gor nûçeyeke rûdawê di êrîşê de 4 çekdarên ser bi milîsên Îranê ve hatine kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin