Putin Fermandarê şerê Ukraynayê guhert

heta niha Rûsye nikariye bigehêje armancên xwe.
کوردستان TV
100%

Fermandarê şer yê li Sûriyeyê kiriye Fermandarê şerê Ukraynayê.

Li gor çapemeniya welatên Rojavayî, Serokê Rûsyeyê Wladimir Putin, roja şemî Fermandarê şerê Ukraynayê ji kar avêtiye.

Di şûna wî Fermandarî de Putin Fermandarê şerê Sûriyeyê Alexander Dvornikov ku tê gotin keseke jêhatî û pisporê şere, pîwerdar kiriye.

Tê gotin ku Putin bi vê guhertinê dixwaze xwe ji şikesteke bêhempa rizgar bike û serkeftinê bo xwe misoger bike.

Weke tê zanîn nêzî 50 rojane ku şer destpê kiriye lê hîn jî artêşa Rûsyeyê nikariye bigehêje armancên xwe.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.