Îsraîl duhê bişev êrîşî ser pêgehên çekdarên Îranî kiriye.
Li gor jêderên çapemeniyê duhê bişev artêşa Îranê bi rêya asmana Libnanê ve êrîşî ser pêgehên çekdarên Îranî û hizbulahê li Sûriyeyê kiriye.
Jêderên çapemeniyê behsa vê yekê kirine ku balefirên Îsraîlê bi tundî herêma Mîsaf ya li Hemayê bordiman kirine û di encama bordimanê de çend teqînên gelek mezin pêk hatine.
Êrîş bo ser navendên çekdarên Îranî û hizbulahê pêk hatiye û tê gotin di encama êrîşa Îsraîlê de gelek çekdarên Îranî û hizbulahê hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin