Duhê danê sibê ev hêza han ya leşkerî çûye Îdlibê.
Navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê yaku bi SOHR tê nasîn ragihand ku Tirkiye berdewame li ser piştîvanî kirina komên çekdar yên cîhadî yên li Îdlibê.
SOHR eşkere kiriye ku duhê înê danê sibê, artêşa Tirkiyeyê hêzeke gelek zêde yaku ji yekeya topxaneyan pêk hatiye bi du karwanên cuda şandiye Îdlibê.
Ev her du karwanên leşkerî yên artêşa Tirkiyeyê li du navçeyên curbicur yên Îdlibê hatine bicîhkirin.
Navendê eşkere kiriye ku li gor zaniyariyên berdest, tê payîn ku Tirkiye berdewam be li ser şandina hêzeke zêdetir bo deverê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin