Îran dixwaze înternetê bi temamî kontrol bike

Rêberê Îranê ferman daye rayedaran ku înternetê kontrol bikin.
کوردستان TV
100%

Niha li Îranê buhayê înternetê gelek girane.

Pisporên karûbarên Îranê behsa vê yekê dikin ku rejîma Îranê bi fermana Rêberê şoreşa Îranî Elî Xamneyê, buhayê înternetê gelek giran kiriye ev di demekê deye ku internet li Îranê gelek lawaze.

Pispor behsa vê yekê dikin ku Elî Xamneyê dibêje li Îranê sosiyal medya ji konterolê derketiye, lewre lazime sosiyal medeya were kontrolkirin û bo vê yekê jî rayedarên rejîmê li ser fermana Xamneyê internet ji aliyekê ve lawaz kirine û ji aliyeke din ve jî buhayê înternetê gelek giran kirine.

Hate zanîn ku ev pêngava han piştî biryara Xamneyî ya bo kontrol kirina temamî ya înternetê li Îraqê de hatiye avêtin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.