Derbarê sermayedarên Rûsî de huşdarî dide Tirkiyeyê.
Wezareta derve ya Amerîkayê piştî civînên mekanîzma hevbeş ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de huşdarî da Tirkiyeyê.
Wezareta derve ya Amerîkayê ji Tirkiyeyê re gotiye ku lazime li hember sermayedarên Rûs yên ku berê xwe dane Tirkiyeyê baldar be û nabe Tirkiye bibe navenda pereyên qirêj û derfetê bide olîgarên Rûs ku dorpêçên ser Rûsyeyê binpê bikin.
Weke tê zanîn beriya niha wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawioglû jî diyar kiribû ku sermayedarên Rûs dikarin li Tirkiyeyê karûbarên xwe cîhbicîh bikin.
Ji aliyeke din ve rayedarên Brîtanî jî hefteya derbasbûyî li ser mijara nêz bûna keştiyên sermayedarên Rûs bo peravên Tirkiyeyê huşdarî dabûn Tirkiyeyê û diyar kiribû ku eger ev keştiyên han dopêçan binpê bikin vê Tirkiye berpirsiyar be.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin