Li Hesekê 8 kes ji ber bordûmana Tirkiyê birîndar bûn

5 ji birîndaran endamên yek malbetêne û di nava wan de jî zarok hene.
کوردستان TV
100%

Li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê di encama bordûmana Tirkiyê de 8 kes birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, derengiya şeva borî droneke Tirkiyê mala welatiyekî sivîl li bajarokê Ebû Rasîn yê Hesekê kir armanc û di encamê de 3 kes birîndar bûn.

Di heman dema êrîşa bi dronê de, komên çekdarên ser bi Tirkiyê ve gundê Esediyê li heman navçeyê topbaran kirin û di encamê de 5 kes ji malbatekê birîndar bûn ku di nava wan de zarok jî hene.

Li gor zanyariyan, ji encama topbarana li ser gundê Esediyê de, gundiyan malên xwe bi cih hîştin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.