Erdê Tehranê rojbiroj zêdetir kûr dibe.
Endamê komîsyona bajardariya Tehranê Mihemed Aqaemîrî ragihandiye ku rewşa cografî ya Tehrana paytexta Îranê gelek metirsîdar bûye û rayedar jî heta niha ne ti tedbîr sitendine û ne jî ti şîret dane şêniyên Tehranê.
Mihemed Aqaemîrî herwiha diyar kiriye ku rixmî erdheja çavlirê ku tê payîn li Tehranê biqewme, niha rojbiroj rewşa cografî ya Tehranê metirsîdartir dibe û erdê Tehranê rojbiroj zêdetir kûr dibe û dişemite.
Nav hatî eşkere kiriye ku asta kûrbûna erdê li Başûr û Başûrê Rojavayê Tehranê gelek zêde bûye û bûye cîhê metirsiyên gelek mezin bo ser jiyana şêniyên wan deveran.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin