Zêdetir ji mehêke şer di navbera Rûsye û Ukraynayê de berdewame.
Wezareta berevanî ya Ukraynayê ragihand ku ev taktîka şer guhertine û ji pozîsyona berevanî dev berdane û dest bi pozîsyona êrîş birine ser dijmin, kirine.
Di vê çarçoveyê de wezareta berevanî ya Ukraynayê diyar kiriye ku bo cara ewil, kopterên Ukraynî di nava axa Rûsyeyê de operasiyoneke mezin kirine û êrîşî ser navendeke mezin ya petrolê li bajarê Belgorod ya Rûsyeyê kirine.
Di encama êrîşa han de ev navenda han yaku Ukrayna dibêje ya artêşa Rûsyeyê hetiye teqandin û şewitandin.
Heta niha aliyên Rûsî derbarê vê mijarê de ti daxuyanî nedane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin