Dibêje em êrîşên Felestîniyan bo ser Îsraîlê mehkûm dikin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdoganê ku heta mehek beriya niha bi tundî dijî Îsraîlê berevanî ji Felestîniyan dikir, duhê şev ji helwesta xwe paş vegeriya û pişt li Felestîniyan kir.
Li gor nûçeyeke çapemeniya Tirkiyeyê, Erdoganê ku duhê bi rêya telefûnê li gel Serokkomarê Îsraîlê axevî bû, ragihandiye ku ev weke Tirkiyeyê bi tundî êrîşên Felestîniyan yên bo ser Îsraîliyan şermezar dikin.
Weke tê zanîn di encama saleke hewldana Erdogan ya bo normal kirina têkiliyên navbera Tirkiye û Îsraîlê de, di meha Adarê de Serokkomarê Îsraîlê serdana Tirkiyeyê kiribû û tê gotin ku Tirkiye û Îsraîl bo veguhastina gaza Îsraîlê bo Ewrûpayê lihev kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin