Di mehekê de 85 welatî hatine revandin

di nava welatiyên revandî de 12 jin û keçeke biçûk jî hene.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê MIT û komên terorîst ve hatine revandin.

Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Efrînê, suç û tawanên dijî însanî yên Tirkiye û komên terorîst yên Tirkiyeyê li Efrînê li dijî welatiyên Kurd berdewamin.

Li gor daxuyaniya han de tenê di meha Adarê de 85 welatiyên medenî yên şêniyên Efrînê ji aliyê MÎTa Tirkiye û komên terorîst yên ser bi Tirkiyeyê ve hatine revandin.

Di nava revandiyan de 12 jin û keçeke biçûk jî hene.

Piştî eşkence kirinê, vê MIT û komên terorîst bo azad kirina welatiyên Kurd yên revandî, daxwaza pereyan ji kesûkarên wan bikin.

Ji aliyeke din ve prosesa guhertina demografiya Efrînê berdewame û heta niha Tirkiye nêzî 650 xanî ji kesûkarên komên terorîst, Tirkmen û Erebên ji derveyê Efrînê re, li vê bajarê çê kiriye.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.