Şerê Tirkiye û PKK zirareke mezin gehandiye şêniyên deverê

şer li deverên sînorî berdewame û xelk jî daxwaz dike şer li wan deveran nemîne.
کوردستان TV
100%

Heta niha zêdetir ji 180 gund li deverê hatine valakirin.

Şerê navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê di nava axa herêma Kurdistanê de zirareke gelek mezin gehandiye şêniyên deverên sînorî yên herêma Kurdistanê.

Ev saleke ku artêşa Tirkiyeyê li wan deverên sînorî dest bi operasiyonan kiriye û operasiyon hîn jî didomin.

Di nava vê salê de bi tenê li herêma Biradostê, jiber şerê navbera Tirkiye û PKK zêdetir ji 180 gundên deverên hatine valakirin.

Li devera Badînan jî bi heman awayî gelek gund û cîhên nîştecîhbûnê jiber şerê hatin hatine valakirin.

Ev di demekê de ku ku gelek zirarên mezin yên madî jî ber jîngeh, bax û rezên wan deveran jî ketine.

cara herî dawî li devera Leylikanê ya li herêma Biradostê beriya du rojan pevçûneke dijwar di navbera pkk û artêşa Tirkiyeyê de qewmî bû.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.