Ji aliyê komên terorîst yên Tirkiyeyê ve hatine girtin.
Li gor daxuyaniyeke navenda mafên mirovan ya Efrînê, duhê komên terorîst yên ser bi Tirkiyeyê êrîşî ser welatiyên Kurd kirine.
Di encama êrîşa han de herî kêm 12 welatiyên medenî yên Kurd ji aliyê wan koman ve hatine revandin.
Hate zanîn ku ji destpêka sala 2022an ve heta niha nêzî 200 welatiyên Kurd ji aliyê wan koman ve hatine revandin û bo azad kirina wan jî komên terorîst daxwaze pereyan ji kesûkarên wan dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin