Rojnamevan û Karsazekî Kurd hatin kuştin

goman hene ku ji aliyê mîta Tirkiyeyê ve hatibin kuştin.
کوردستان TV
100%

Li Holendayê di encama êrîşeke çekdarî de hatine kuştin.

Rojnamevanê Kurd Huseyin Torunlar û birayê wî yê karsaz Ali Torunlar ên ji parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê, li Hollandayê di êrîşeke çekdarî de hatin kuştin.

Li bajarê Zwolle yê Hollandayê rojnamevanê Kurd Huseyin Torunlar û birayê wî yê karsaz Ali Torunlar dema li restorantê xwarin dixwarin rûbirûyê êrîşeke çekdarî hatin. Di encama êrîşê de her du birayan li cihê bûyerê canê xwe jidest dan.

Polîsê Hollandayê ragihand, li bajarê Zwolle yê li bakurê welat li McDonald's'ê di êrîşeke çekdarî de du kes hatin kuştin.

Goma li ser vê yekê hene ku ev her du welatiyên Kurd ji aliyê sîxorên MÎT ve hatibin kuştin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.