Berbesta sedî 10 ya hilbijartinan hate kêm kirin

berbesta sedî 10 bo sedî 7 hatiye kêmkirin.
کوردستان TV
100%

Bi piraniya dengan li Parlementoyê hate pejrandin.

Duhê bişev parlementoya Tirkiyeyê proje qanûna nû ya hilbijartinan yaku bi hevbeşî di navbera AKP û MHPê de hatibû amadekirin pejrand.

Li gor proje qanûna han vê ji niha û pêde berbesta sedî 10 ya hilbijartinan bo sedî 7ê dadibeze.

Hin aliyên siyasî yên Tirkiyeyê bi taybetî opozîsyona Tirkiyeyê behsa vê yekê dike ku ev pêngava han tenê bo MHPê hatiye avêtin jiber ku AKP dizane ku bêyî MHPê nikare di nava parlementoyê de bibe xwedan piraniya dengan.

Ji aliyeke din ve ev pêngava han bo partiyên Kurdî jî başe jiber ku gelek caran jiber derbas nekirina ev berbesta han aliyên Kurdî nikarîne bikevin nava parlementoyê.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.