Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê derveyê Luxsemburgê kir

di civînê de behsa rewşa Îraq û qirîzên din yên cîhanê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Roja çarşem 30.03.2022 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya wezîrê derve yê luxsemburgê Jean Asselborn kir.

Di civînê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û qeyranên cîhanî û sedem û encamên şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Di derbarê rewşa Iraqê de her du alî hêvî xwestin astengên li ber proseya siyasiya Iraqê nemîne û Hikûmeta nû ya Iraqê hikûmeteke berpirsiyar bê li beranber kêşeyan û destûrê bi cîh bike.

Rewşa Êzdiyan û koçberên Şingalê mijarên dinê vê civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.