Serokê herêma Kurdistanê ligel wezîrê derve yê Luxsemburgê civiya

di civînê de giftûgo li ser gelek mijaran hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Serokê erêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja çarşemê 30.03.2022 ê li Hewlêrê, pêşwaziya wezîrê derve yê Luxsemburgê Jean Asselborn kir.

Di civînê de, her du aliyan, pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê di serûbendê civîna îro ya Parlamentoya Iraqê da, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û gotûbêjên ji bona çareserkirina pirsgirêkan, rewşa Êzdiyan û devera Şingalê û pêkhateyên Deşta Neynewa û rewşa koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Li dor pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê da, Serok Nêçîrvan Barzanî di axaftina xwe da tekîd li ser wê yekê kir ku kilîla aramî û seqamgîriya Iraqê, çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal ya Iraqê ye, Hewlêr û Bexda divê bi diyalogê û li ser bingeha destûra Iraqê rêyên çareserkirina pirsgirêkan bibînin.

Ji aliyê xwe ve, birêz Wezîrê Derve yê Luksemburgê, tevî ku behsa dijwarî û qebên serdemê şerê dijî DIŞI ê li Herêma Kurdistanê kir, piştevaniya welatê xwe û welatên Ewrupayê ji bo Herêma Kurdistanê nîşan da û got ku welatê wî girîngiyê bi pirsa pêkhateyan û rewşa Êzdiyan dide û behsa plana xwe ya serdana kampên penaberan kir.

Bandora şerê li Ukrayna mijareke din ya civînê bû ku têda Serok Nêçîrvan Barzanî got ku Herêma Kurdistanê ji hemû aliyan zêdetir hest bi êş û azarên şer, derbederî û wêrankariyên cengê dike, ji ber hindê bi xelkê Ukrayna û qurbaniyan re hevsoz e û hêvî xwest ku ew ceng bi dawî were û her du alî bi rêya diyalogê pirsgirikên xwe çareser bikin.

Gotûbêjên Viyanayê û dosyeya atomî, rewşa Sûriyê û pêşhatên dawî yên herêmî bi giştî, hin mijarên din yên civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.