Mesrûr Barzanî: Armanca êrîşa ser Hewlêrê siyasî û abûrî bû

Serokwezîr daxwaza lêkolîneke cîhanî ser êrîşa ser Hewlêrê dike.
کوردستان TV
100%

Di komcivîna cîhaniya hikûmetan de gotarek pêşkêş kir.

Îro li Dubayî bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî komcivîna cîhaniya hikûmetan destpê kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di komcivîna han de gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser êrîşên vê dawî yên Îraqê yên bo ser Hewlêrê.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku, armanca êrîşa han siyasî û abûrî bû û têkildarî hewldanên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê û kerta enerjiyê bû.

Barzanî eşkere kir ku, hincetên Îranê bo êrîşan, dûrin ji rastiyê, jiber ku cîhê ku rastî êrîşê hatiye xaniyê welatiyeke zengîn bû û got: Daxwaz dikim li ser asta cîhanî lêkolîn lêkolîn li ser êrîşa han were kirin û herwiha daxwaz ji aliyên Îranî jî dikin bo fêm kirina rastiyan serdana cîhê bordiman kirî bikin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.