Mesrûr Barzanî û wezîrê darayî yê Siûdiyeyê civiyan

di civînê de giftûgo li ser hevkarî û hemahengiya navbera her du aliyan di her warî de hate kirin.
کوردستان TV
100%

Di civînê de her du alî behsa hevkariya navbera Kurdistan û Siûdiyeyê de kirin.

Îro li Dubayî di çarçoveya komcivîna hikûmetan de, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya wezîrê darayî yê Siûdiyeyê kir û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro sêşem 29ê Adara 2022an di çarçoveya komcivîna cîhaniya hikûmetan ya li Dubayî li gel wezîrê darayî yê Siûdiyeyê birêz Mihemed Elcedan civiyan.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr birêz Qubad  Talebanî jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên Îraq, deverê û pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Erebistana Siûdî kir û tekez li ser girîngiya pêşde birina hemahengî û hevkariya navbera her du aliyan di tevahiya waran de kir.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.