Bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê komcivîna hikûmetan ya li Dubayî destpê kir

di komcivîna han de Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê di komcivînê de gotarek pêşkêş kir.

Îro li Dubayî bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî komcivîna cîhanî ya hikûmetan destpê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di vê komcivînê de beşdarî di panelekê de kir û gotarek jî pêşkêş kir û balkêşande ser rewşa Kurdistanê, têkiliyên navbera hikûmeta herêmê û hikûmeta federalî.

Mesrûr Barzanî derbarê beşdariya xwe di komcivînê de li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsandiye;

Îro sêşem 29ê Adarê me beşdarî di panêleke komcivîna cîhaniya hikûmetan li Dubayî kir û behsa pêşhat û guhertinên Îraq û deverê û pêşhatên bazara enerjiya cîhanî, kêşe û têkiliyên li gel hikûmeta federalî û mafên destûrî yên herêma Kurdistanê kir.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.