Kurdistan û Îmarat bernivîseke jihev fêmkirinê îmze kirin

li gor bernivîsa îmzekirî vê Îmarat di hin waran de hevkariya Kurdistanê bike.
کوردستان TV
100%

Li gor bernivîs han Îmarat vê hevkariya Kurdistanê bike.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Dubayî li gel wezîrê karûbarê civata wezîran ya Îmaratê civiya û piştî civînê de Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro sêşem 29ê Adara 2022an li gel wezîrê karûbarê civata wezîran ya Îmaratê birêz Mihemed Qerqawî civiyan û yadaşteke jihev fêmkirinê derbarê lihev veguhastina zaniyarî û pisporî di warê nûjen kirina karûbarên hikûmetdarî de îmze kir.

Di naveroka yadaştnameya han de behsa têkilî û hemahengiya bihêz di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û Îmaratê hatiye kirin ku di vê çarçoveyê de dewleta Îmaratê hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê dike bo pêşde birina karûbarên hikûmet û pêşde birina karînên însanî û dezgehên hikûmet û sûd wergirtin ji ezmûna serkeftî ya Îmaratê di warê hikûmeta dîcîtalî û dîcîtalîze kirina xizmetgozariyan de.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.