Mesrûr Barzanî: Di demeke nêz de Kurdistan dibe navendeke girîng ya dabîn kirina enerjiyê

dibêje em dixwazin çavkaniyên enerjiyê bi awayeke baş bo xizmet kirina xelkê û avedan kirina welat bikar bînin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê di 6mîn komcivîna enerjiyê ya li Îmaratê de gotarek pêşkêş kir.

Îro li Îmaratê bi beşdariya Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî komcivîna enerjiyê destpê kir û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di destpêka gotara xwe de kêfxweşiya xwe ya li hember amadebûna xwe di komcivînê de û nîqaş kirin li ser pêşeroja enerjiyê ya li Kurdistan û Îraqê anî ziman.

Mesrûr Barzanî xetab bi Îmaratiyan diyar kir ku, ez kêfxweş dibim bi pêşkêş kirina gotarekê li vê cîha taybet ku bav û bapîrên xwe pêzanîneke wan bo pêşerojê û ava kirina pêşerojeke geş bo nibşên nû hebû, piştî 50 salan Îmarat karî her du armancên xwe bidest bîne û niha bûye welateke mînak û hêzbexiş li cîhanê de û bi awayeke aqilane çavkaniyên xwe yên însanî û enerjiyê bikar anî.

We gelek bi rêkûpêkî enerjî bikar aniye û heta niha ti welateke din ya cîhanê bi vê awayî çavkaniyên enerjiyê bikar neaniye.

Mesrûr Barzanî herwiha spasiya wezîrê enerjiyê yê Îmaratê û organîzatorên komcivîn kir û ragihand ku amadeye bersifa pirsiyaran jî bide.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ya gotara xwe de diyar kir ku, bo min eşkereye ku em xwedan hizrên hevbeşin û bingehên nû me kom dikin, em welatiyên xwe diparêzin û xizmeta wan dikin, di heman demê de em cîh jî daye xelkên din ku berê xwe dane welatê me û em jî endameke çalak ya civaka cîhanî ne û hewl bo dabîn kirina pêşerojeke baştir didin.

Barzanî diyar kir ku ji Kurdistanê fêde li ezmûna Îmaratê wer girtine di demekê de ku gelek astengiyên mezin li berdem hebûne lê karîne astengiyên han derbas bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku, çîroka enerjiya me hêvî bexşe, em ji destpêkê ve destpê kiriye, beriya 15 salan me qanûna enerjî û çavkaniyên enerjiyê bo herêmek ku karibe rojane 500 hezar bermîl petrol û nîv miliyar pê sêca gazê berhem bîne amade kir û bêgoman ev yek jî ne kareke asan bû.

Aloziyên olî li çend beşên welat, derketina DIŞIê yaku di ji nav birina vê de rola me gelek berçave, ne aramiya siyasî li Îraqê û zilimên ku hatine kirin û biryarên dadgeha federalî ya Îraqê jî astengiyên mezin bûn li berdem me, lê em li ser cîhbicîh kirina bernameyên xwe biîsrar bûn û serkeftî jî bûn û ez bawerim ber bi pêşkeftineke mezin ve diçin.

Bikar anîna çavkaniyên enerjiyê bi awayeke aqilane kareke sereke ya me bû, hikûmeta me jî ev yek kiriye bi erkê xwe yê herî li pêş bo avedan kirin û xizmet kirina Kurdistanê.

Me piştî çend salên dirêj, şer, xebat û têkoşîn niha gehêştine asteke dîrokê ya avedankirinê. Niha Hewlêra paytext jî bûye weke navendeke girîng ya bazirganî li deverê de. Niha li Kurdistanê de gelek çavkaniyên enerjiyê hene, û em dixwazin bi sûd wergirtin ji ezmûn û siyasetên cîhanî û bi rêbazên serdemiyane bo xizmet kirina xelk û avedan kirina welat wan çavkaniyan bikar bînin.

Herwiha armanca me eve ku bi bikar anîna rast ya wan çavkaniyan Kurdistan bikin navendeke baş û aram ya dabîn kirina çavkaniyên enerjiyê.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.