Li devera Baneyê roja înê ev Kolber hatiye kuştin.
Li gor zaniyariyên berdest ji Rojhilatê Kurdistanê, roja înê, çekdarên rejîma Îranê, êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.
Zaniyarî qala vê yekê dikin ku di encama êrîşa han de Kolberekî xelkê Bane yê temen 25 sal bi navê Rostem Xizrî canê xwe ji dest daye.
Cenazeyê Rostem Xizrî jiber çekdarên rejîma Îranê bo Baneyê nehatiye veguhastin belkû bo bajarê Silêmanî hatiye veguhastin û biryare pişt re bo Baneyê were şandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin